Li Dîlokê du malbatên mirovên hev pev çûn: Kuştî û birîndar hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Malbat Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên mirovên hev de pevçûn derket û di emcamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li taxa Atarberkê ya Dîlokê ji ber deyn di navbera du malbatên mirovên hev de nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûna bi çekan.

Di bûyerê de kesekî Mehmet Seçkin ê 35 salî û biraziyê wî Mehmet Seçkin ê 25 salî birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar bi ambulansê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamilê.

Li nexweşxaneyê tevî hewldanên bijîşkan Mehmet Seçkinê 35 salî li nexweşxaneyê mir.

Biraziyê wî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Li aliyê din, cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst