Li Mûşê trenê li makîna kar xist: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, trenê li makîneya kar a pompeya çîmentoyê xist û encamê de şofêrê makîneya kar mir û 2 makînîst jî birîndar bûn.
Trena ku ji Tetwanê diçû Xarpêtê, li Mûşê li makîneya kar a pompeya çîmentoyê ya li kêleka rêya hesinî kar dikir xist.
Bi hêza lêxistinê, makîneya kar bû du parçe û trenê nêzîkî 100 metreyan beşa pêş a makîneyê bi xwe re xişikand û tren piştre sekinî.
Di qezayê de şofêrê makîneya kar Alî Akgul cane xwe ji dest da û 2 makînîst jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.
Rêwiyên trenê hatin veguhestin.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyê.