HAK-PAR: Divê PKK dev ji çekan berde

3 demjimêr berê
Nîşan HAK-PAR PKK Çekdanîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - HAK-PARê got, “Em wekî HAK-PARê îro jî wekî berê diyar dikin ku divê PKK dev ji çekan berde.”

Rêxistina Amedê ya HAK-PARê îro li avahiya xwe ya yekem a rêxistina xwe derbarê geşedanên dawî yên li cîhan û Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de daxuyaniyek hat dayîn û Kurdiya wê ji aliyê Birêviberê HAK-PARê Wesif Qehreman ve hat xwendin.

“Rojhilata Navîn wekî tozê dişewite”

HAK-PARê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aloziyên li Rojhilata Navîn û got:

“Demeke dirêj e ku Rojhilata Navîn wekî tozê dişewite.

Nakokiya Îsraîl û Filistînê, nakokiya Îsraîl û Îranê û di dawiyê de jî kuştina serkirdeyên Hemas û Hizbulahê herêmê ber bi sînorê guherîneke cidî ve dikişîne.

Şewat bi awayekî geş dibe ku dê tevahiya Rojhilata Navîn bide ber xwe.

Ev geşedan bêguman bandorê li ser Kurdan jî dike û guherîn ji bo Kurdên her çar parçeyan jî dibe neçarî.

Bê şik tenê eger Kurd siyaseteke rast bişopînin mumkin e ku ev geşedan û guherîn di berjewendiya Kurdan de bin.”

“Hikûmet dixwaze desthilata xwe bidomîne”

HAK-PARê bal kişand ser armancên desthilatê yên bi gotinên “destûra nû” û got:

“Hikûmeta heyî dixwaze bi guhertina Destûra Bingehîn desthilata xwe bidomîne lê roj bi roj desthilata xwe winda dike.

Dixuye ku dixwaze guhertina Destûra Bingehîn bi alîgiriya Kurdan bi cih bîne û pêşî li geşedanên ku diqewimin bigire.

Di encamê de banga vekirî ya Serokê MHPyê ya ji Abdullah Ocalan û AKPyê re û bêdengî û piştgiriya Rêberê wê ya li hemberî vê bangê pirsgirêka Kurd dîsa kir mijara sereke ya nîqaşê.”

“Divê PKK dev ji çekan berde”

HAK-PAR amaje pê kir ku divê PKK çekan deyne û diyar kir:

“Em wekî HAK-PARê îro jî wekî berê diyar dikin ku divê PKK dev ji çekan berde.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a dadmend, aştiyane û wekhev pêwîstî bi tundiyê nîne.

Tundûtûjî pirsgirêka Kurd terorîze dike. Destê hêzên tarî yên ku çareseriya Pirsgirêka Kurd naxwazin, xurt dike. Tundî îro jî wekî duh ne çareserî ye.

Lê pêwîst e çekberdana PKKyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re bi awayekî adil, aştiyane û wekhevî neyê tevlihevkirin.

Eger desthilata niha wisa difikire ku pirsgirêka Kurd bi danîna çekan a PKKyê bi dawî dibe, şaşiyeke mezin e.

Pirsgirêka Kurd ne bi PKKyê dest pê kiriye, ne jî bi danîna çekan a PKKyê bi dawî dibe.

Ji ber ku Pirsgirêka Kurd pirsgirêka gelekî ye ku ji 40 milyonî zêdetir nifûsa wî li çar parçeyên Rojhilata Navîn hatiye parvekirin.

Ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka Kurd a xwedî statu ye yan na.

Divê desthilata heyî û hevkarên wê fêm bikin ku li hemberî mezinahiya pirsgirêka Kurd bi avêtina gavên rojane û paliatîf dê negihêje ti cihî.

Pirsgirêka Kurd tenê bi lihevkirina hevpar a hemû partî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû beşên civakê yên xwedî gotin tê çareserkirin.

“Divê Kurd bibin xwedî statu”

Banga dawî bê guman ne banga çareseriya Pirsgirêka Kurd e. Hemû aliyên ku di Pirsgirêka Kurd de cih digirin dizanin ku ev bang ne bi vî rengî ye.

Ji bilî her tiştî, em wekî HAK-PARê girîngiyê didin bêçekkirina PKKyê û heta dawiyê diparêzin û piştgiriyê didin.

Lê çareseriya pirsgirêka a Kurd bi awayekî adil, aştiyane û wekhev bi danîna çekan pêk nayê û çareseriya rasteqîn a pirsgirêka Kurd encax eger Kurd bibin xwedî statu pêk tê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst