YPJyê li Hesekê 3 çekdarên DAIŞê girtin

49 xulek berê
RÛDAW
Nîşan YPJ Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku hêzên wan li li Hesekê 3 çekdarên DAIŞê girtin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê çalakiyên li dijî şaneyên DAIŞê de daxuyaniyek da.

YPjyê ragihand ku di van rojên ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê dike de şaneyên DAIŞê jî hewl didin êrişan li dijî xelkê pêk bîne.

YPJ di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Li ser vê bingehê yekîneyên me yên ewlhiyên bi baldarî li dijî du şaneyên cuda yên DAIŞê rêze çalakî li dar xistin.

Li ser rêya Şedadê-Hesekê li dijî şaneyeke DAIŞê çalakiyeke biserdegirtinê pêk hat û di encamê de 2 çete hatin girtin û mayînek jî hate bê bandorkirin.

Her wiha yekîneyên me li herêma Dêrezorê çalakiyek pêk anîn û di encamê de çeteyek DAIŞî hate girtin û dest bi ser hin cebilxane de hat girtin.

Bi vî awayî planeke din a DAIŞê hate têkbirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst