Herêmên Kurdistanî - Gelo pêngava nû ya Erebkirinê serjimêrî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Mehek ji serjimariya Îraqê re ma ye, ji ber nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de, tirsa wê yekê heye ku serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn.

Bi taybetî bicihkirina Erebên hawirde li Hermên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û valabûna gundan Kurdan metirsiyên mezin ên guhertina demografiya Herêmên Kurdistanî ne.

Hikûmeta Îraqê tekez dike ku serjimêrî ji bo pêşketinê ye û ti armanceke wê ya siyasî nîne.

Qonaxa yekem a serjimariya Îraqê ji sedî 97 temam bûye lê ji ber nîgeraniyên berpirsên Herêma Kurdistanê li Hermên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ji sedî 70yê ji qonaxa yekem bi dawî bûye.

Vê hefteyê fokusa bernameya Ligel Renc li ser metirsiyên serjimêriyê li Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ye.

“Heger serjimêrî bibe siyasî gotina me jî heye”

Alîkarê Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed diyar kir ku heger Bexda bersiva şert û mercên wan nede dê gotina wan jî hebe.

Sîrwan Mihemed amaje bi wê yekê kir ku 37 sal in amarên nû yên serjimariyê di destê Herêma Kurdistanê de nînin.

Sîrwan Mihemed amaje bi wê yekê kir ku tirsa wê yekê heye ku Îraq pişta xwe bi encamên serjimêriyê ve girê bide û mafên Kurdan bin pê bike.

Sîrwan Mihemed diyar kir ku Wezîrê Plandanînê yê Îraqê ji wan re tekez kiriye ku ew bi daxwazên Kurdan yên serjimartinê razî ne.

Sîrwan Mihemed diyar kir ku ew bi baldarî pêvajoyê dişopînin û wiha got:

“Eger ev serjimêrî were siyaskirin, em dê daxwaz bikin ku serjimêriya sala 1957an bibe bingeha serjimêriya neteweyî ya Îraqê.”

“Divê Kurd di vê meseleyê de xwedî helwest bin”

Parlementera Parlamentoya Îraqê Sozan Mensurê jî diyar kir ku li gorî hin pisporan dê çend xalên erênî yên wan amaran ji bo Herêma Kurdistanê hebin.

Sozan Mensûrê pêşniyar kir ku aliyên Kurdistanî li Bexdayê li gel berpirsên pilebilind ên Îraqê bicivin û li ser serjimêrê gotûbêjan bikin.

Sozan Mensûrê amaje bi Madeya 140 a Destûra Îraqê jî kir û wiha got:

"Eger niyeta wan a xerab nîne, çima maddeya 140î bi cih naynin?

Heger aliyên Kurdistanî bi serjimêriyê razî nebin, gelê Kurd bi hêsanî dikare proseyê boykot bike.

Heger ji xelkên Herêmên Kurdistanê re bê gotin ku serjimêriyê boykot bikin, bêguman dê wisa bikin û deriyên xwe venekin.

Nivîskarê Kurd ê Feylî û Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Subhî Mendelawî jî wiha got:

“Tevî ku hikûmeta Îraqê piştrast dike ku serjimêrî ji bo geşepêdanê ye û ti mebesteke din li pişt wê nîne lê beşek ji welatiyan nîgeran in û tirsa wan heye.”

Li aliyê din parêzer û xelkê Mexmûrê Ehmed Omer jî wiha axivî:

Di sala 2010an de hewl hat dayîn ku serjimêrî were kirin.

Bexdayê Kurd li ser Şebek, Feylî, Hewramî û çen pêkhateyên din dabeş kirin. Ji ber wê yekê jî rêveberiya Kurd ew red kir.”

Madeya 140 nehat bichanîn

Madeya 140 a Destûra Îraqê ku tê de "herêmên nakok" jî di nav xwe de dihewand û di sala 2005an de ji aliyê piraniya xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû pesendkirin, diviyabû heta 31ê Kanûna Pêşîna 2007an bihata cîbicîkirin.

Pêkanîna madeyê ji 3 qonaxan pêk tê: normalîzekirin, serjimartin û referandûm.

Lê heta niha tenê beşek ji qonaxa yekem hatiye cîbicîkirin lê 17 sal in qonaxa serjimêrî û referandumê nehatiye cîbicîkirin.

Di 16ê Çiriya Pêşîna 2017an de bi girtina herêmê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, xelkên Kurd ên herêmê koçber bûn û Erebên ku ji navçeyên naverast û başûrê Îraqê hatibûn, ji aliyê rêveberiya tayînkirî ve li herêmê hatin bicihkirin.

Hikûmeta Îraqê ji sala 2009an ve plan dike ku serjimêriyê bike, lê nakokiyên siyasî rê li ber van planê digirin.

Îraqê biryar dabû ku ji her 10 salan carekê serjimêrî were kirin.

Serjimariya nifûsê li Îraqê di salên 1927, 1934, 1947, 1957, 1965, 1977, 1987 û 1997an de hatiye kirin lê Herêma Kurdistanê tevlî serjimêriya dawî nekiribû.

Îraq niha ji xwe re  serjimêriya 1957an wekî bingeh digire.