Nasnameyên du gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên du gerîlayên ku li Wanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Gever Zafer û Andok Tendurek 28ê Çiriya Pêşîn a 2018an li qada Kato Ortê ya Wanê di encama êrişeke hewayî de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê Gever Zafer Fermandarê Eyaleta Wanê bûye.

HPGyê destnîşan kir ku agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Gever Zafer: Navê wî yê fermî Alî Bor e û ew li Feraşînê ji dayîk bûye.

Andok Tendurek: Navê wî yê fermî Mîrhac Karakuş e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê Gever Zafer 1993yan û Andok Tendurek jî 2016an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.