Mezlûm Ebdî: Êrişên Tirkan zererê didin hewlên diyalogê

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî got, "Hêzên Koalîsyonê niha jî di navbera me û Tirkan de dixebitin da ku diyalogek çêbibe û tansiyon dakeve lê êrişên Tirkan zererê didin van hewldanan."

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê dike.

“Çalakvan ji Sûriyeyê derbas nebûne”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mijarê ji AFPyê axivî û got:

“Piştî ku ev çalakî hat kirin û piştî ku me ev îdiayên dewleta Tirk bihîstin, me lêpirsînek kir.

Bi rastî em gihiştin vê encamê û ez dikarim tekez bikim ku çalakvan ji axa Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê nebûne.

“Em li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyan nakin”

Me berê jî çend caran daxuyanî daye û ev biryara me ye ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyan neke.

Heta niha me çalakî nekirine û ji niha û pê ve jî em nakin.

Meydana ku em lê şerê xwe dikin axa Sûriyeyê ye.”

“Armanca wan ew ku gelê me koçber bike”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser armancên Tirkiyeyê got:

“Mijar ne bersivdayîn e, ne ku dixwaze bersivê bide wê çalakiya ku li Enqereyê hatiye kirin.

Hedefên Tirkiyeyê cuda ne, yekser binesaziyan dike hedef. Çavkaniyên jiyana gel dike hedef.

Hedefa wan a esasî jî ew e ku saziyên Rêveberiya Xweser lawaz bike û paşê jî têk bibe û tune bike û gelê me jî mecbûrî koçberiyê bike.”

“Sûdê ji rewşê dibîne”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiye dixwaze sûdê ji tevliheviyên li Rojhilata Navîn bibîne û li pey çû:

“Dewleta Tirk ji rewşa niha ya li Rojhilata Navîn feydeyê dike.

Niha bala her kesî li ser Xezeyê, li ser Libnanê û şerê dîtir û êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ye.

Dewleta Tirk jî dixwaze sûdê ji vê bigire û tiştên ku berê nikarîbû bike niha di vê êrişa xwe de bike û ez bawer dikim ku dewleta Tirk ji ber vê di êrişên xwe de israr dike û êrişên xwe didomîne.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku di navbera wan û Tirkiyeyê de diyalogên nerasterast hene û anî zimên:

“Hêzên Koalîsyonê niha jî di navbera me û Tirkan de dixebitin da ku diyalogek çêbibe û tansiyon dakeve.

Di vê de xebatek heye û ev xebat berdewam dike.

Çi ji aliyê leşkerî ve be û çi ji aliyê Koalîsyonê ve be xebateke bi vî rengî tê meşandin.

Lê domandin û israrkirina li ser van êrişan dê zererê bide wan hewldanên ku hene da ku em pirsgirêkên xwe bi Tirkan re çareser bikin ku em ji bo vê vekirî ne.”

Li hêla din, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê doh bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir.