Ji komeleyan daxuyaniya hevpar: Divê di sedsala duyemîn de dawî li înkara Kurd û Kurdî bê

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zimanê Kurdî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 15 Sazî û komleyên ziman û wêjeya Kurdî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbarê salvegera 100emîn a Komara Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar parve kir.

Ew sazî û komele diyar dikin ku daxwaza Kurdan a “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê” daxwazeke rewa û însanî ye.

Di da daxuyaniyê de hat gotin: “Di sedsala borî de, di serî de zimanê Kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin û înkarkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de bûyerên di sedsalên Komara Tirkiyeyê de rûdane hatin bibîrxisitn û hat xwestin: “Pêwîst e di sedsala duyemîn de dawî li polîtîkayên înkara Kurd û Kurdî bê.”

Daxuyaniya hevpar a komelelyên ziman parve kiriye wiha ye:

“Komar bi hevkariya Kurdan hat avakirin lê piştî avakirinê hemû maf û azadiyên gelê Kurd hatin înkarkirin. Tirkibûn li gelê Kurd hat ferzkirin.

Gelê Kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ve li hemberî helwest û nêzîkatiyên bişaftin, înkar û tunehesibandinê têdikoşin. Gelê Kurd, nirxê xwe, çanda xwe ya qedîm û zimanê xwe yê dewlemend parastiye û hîna vê têkoşînê dide berdewamkirin.

Wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê Kurd jî parastina çand û ziman hêmana bingehîn û sereke ya têkoşînê ye. Daxwaza gelê kurd a ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê’ daxwazeke rewa û însanî ye.

Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in. Bi vê nêzîkatî û feraseta rayedarên dewletê ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hate hiştin.

Parastina çand, ziman û bidestxistina statûya siyasî bi parastin û pêşxistina çand û ziman pêkan e. Ji bo ku ziman were parastin û bi pêş bikeve, divê bibe zimanê perwerdeyê. Loma gelê kurd ji destpêkê heta vê demê di daxwaza; ‘Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê’ de bi israr e.

Di sedsala borî de, di serî de zimanê Kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin û înkarkirin. 

Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de em wek saziyên zimanê kurdî bi bîr dixin û dibêjin; Dê gelê Kurd di sedsala duyemîn a komarê de polîtîka û pratîkên înkarê yên li ser nirxên xwe qebûl neke û bi vê daxuyaniyê daxwaza xwe ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’ bi zimanekî zelal û biryardar ji rayedarên komarê re radigihînin.

Em dibêjin; ji bo jiyaneke hevpar û wekhev a hemwelatiyên vî welatî, nêzîkatî û feraseteke wekhev a rayedarên dewletê pêwîst e.

Ji bo vê jî pêwîst e xala 42yemîn a zagona bingehîn were sererastkirin an jî ji destûra bingehîn were derxistin, dûreparêziya ku ji aliyê rayedarên tirkiyeyê ve li hemberî xalên 17-29 û 30emîn ên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine danîn werin rakirin.

Ne kêm, ne zêde… Maf û azadiyên ku ji bo gelê tirk tên pêşkêşkirin, ji bo gelê kurd û hemû gelên li tirkiyeyê dijîn jî, bên pêşkêşkirin da ku gelê kurd û gelên din ên ku welatiyên tirkiyeyê ne, wekî welatiyên tirk, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di serî de, ji hemû maf û azadiyên bingehîn sûdê wergirin.”

Komele û saziyên daxuyaniyê îmze kirine:

Enstîtûya Kurdî ya Amedê

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê

Kovara Çand, Ziman

Folklor û Hunerî Destar (Destar)

Komeleya Wêjekarên Kurd

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (Arî Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med Der)

Komeleya Lêkolînên Kurdî

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta Der)

Komeleya Lêkolîn Çand

Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (Botan Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê (Arsîsa Der)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst