Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kir

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Balyozê Fransayê yê li Bexdayê Eric Chevalier li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên Îraq û navçeyê bi giştî, herwiha bihêzkirina peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî behskirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê got ku pêwîst e demlidest bûdceya Herêma Kurdistanê ya di destûra bingehîn de heyî ji aliyê Bexdayê ve bê şandin.

Mesrûr barzanî diyar kir ku rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê, piştî lêkolîna Lijneya Darayî hemû agahî û belgeyên pêwîst radestî wan kirine û got:

“Pêwîst e rêveberiya Bexdayê jî di vê çarçoveyê de erka xwe bi cih bîne.”

Di civînê de her du aliyan behsa girîngiya dabînkirina asayîş û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û parastina nûneratiyên dîplomatîk û hêzên hevpeymaniya navdewletî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst