Li Amed û Dîlokê êrişî Starbucksê hat kirin

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Dîlok Îsraîl Xeze Starbucks Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, xwepêşanderên ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê protesto dikirin êrişî şaxên Starbucksê kir.

Doh li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk li dijî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê daketin kolanan.

Li Amedê demjimêrên êvarî li ser rêya Amed-Rihayê komeke ku Îsraîl protesto dikirin bi hinceta “alîgirê Îsraîlê” ye bi kevir, dar û kursiyan êrişî şaxa kompanya Starbucksê kir.

Di êrişê de zerareke zêde ya madî çêbû.

Li aliyê din li Dîlokê jî xwepêşanderan êrişî şaxa Starbucksê kir û zerareke zêde dan kelûpelan û camên wê şikandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst