Li Qamişloyê foruma parastina jîngehê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê foruma diyalogê, derbarê parastin û pirsgirêkên jîngehê, hat lidarxistin.

Ew çalakî ji aliyê Rêxistina Pêlê ve, lê jêr sernavê “Ciwan û Mijarên Jingehê li Herêma Cizîrê” hat birêvebirin.

Di foruma diyalogê de, hejmarek çalakvanên parastina jîngehê û medyakar beşdar bûn û rola ciwanan di parastina jîngehê de gotûbêj kir.

Di forumê de hin ciwanên ku destpêşxeriyên parastina jîngehê û zêdekirina keskahiyê li herême dikin beşdar bûn.

Îdrîs Îbrahîm ciwanekî ji gundewarên Amûdê ye. Wî li gel çend ciwanên xwebexş bi sedan dar li ser rêyên di navbera gundan de çandine.

Foruma diyalogê derbarê parastina jîngehê, bi hevahengî ligel civaka xwecihî û rêxistinên civaka sivîl ku di warê jingehê de kar dikin hatiye lidarxistin.

Çalakî herwiha bi hevahengî ligel  hin saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser, wekî Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê hat encamdan.