Li Rihayê di bûyera trafîkê de 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn, du ji wan zarok in.

Doh li ser rêya di navbera Siwêreg û Amerê de otomobîla ku Sadik Yakarê 27 salî diajot, ji rê derket û wergeriya.

Di encam de tevî şofêr Ubeydullahê 31 salî, Hîlala 29 salî, Ozlema 33 salî, Gurbeta 31 salî, Emir Ardayê 9 salî û Asel Yakara 3 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.