Awustralya 17 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Roj vedigerîne

28-10-2022
RÛDAW
Nîşan Awustraliya Zarok Jin Kampa Roj Kampa Holê Vegerandin DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Awustralya dest bi vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên li kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê dimînin kir.

Medya Awustralyayê ABC ragihand ku roja pêncşemê çar jin û 13 zarokên Awustralyayî ji kampa Roj a li Heseka Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û ji bo Iraqê hatine veguhastin da ku ji Iraqê ew bişînin Awusturalyayê.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese derbarê vegerandina jin û zarokan de red kir ku bi eşkereyî li ser vê mijarê şîrove bike, û got ku ew ê şîretên ajansa ewlehiya neteweyî bişopîne. Albanese wiha berdewam kir “Hikûmeta min dê her gav ji bo ewlekariya Awustralyayan tevbigere û dê her gav li gorî şîreta saziyên ewlehiya neteweyî tevbigere.”

Heriwha Wezîra Navxwe ya Awustralyayê Clare O'Neil jî red kir ku şîrove bike û wiha got “Ji ber xwezaya hestiyar a mijarên têkildar, şîrovekirina bêtir neguncaw e.”

ABC ragihand ku zêdetirî 60 jin û zarokên DAIŞê yên Awustralyayî ku piraniya wan li Sûriyê ji dayikbûne ji Adara 2019an ve piştî ku DAIŞ têk çû li kampên Hol û Rojê tên girtin.

Ji sala 2019an ve zêdetirî 25 welatan bi dehan welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst