HDP bo Asayîşa Silêmaniyê: Zextên li ser endamên me bi dawî bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevaka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay bang li Asayîşa Silêmaniyê kir ku ewlehiya endam û alîgirên, wan ên li Silêmaniyê biparêze û got “Ewlahiya endam û xebatkarên HDPê yên li wir di bin berpirsyariya we de ye. Divê hûn dawî li zextên li ser wan bînin.”

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê 20ê Cotmeha 2022ê ragihandibû, ku piştî teqîna li taxa Eqarî ya Silêmaniyê 7 endamên wan ji aliyê hêzên asayişa Silêmaniyê ve hatibûn desteserkirin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay duh 27ê Cotmeha 2022ê di civîneke çapemeniyê de bal kişand ser destsekirina wan endam û alîgirên partiya xwe ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve.

Gunay ragihand ku bi sedan endamên wan ji ber dozên nehiqûqî bi neçarî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û got “Lê li hemberî wan êriş û binçavkirin berdewam dikin. Em bangî asayîşa Silêmaniyê dikin: Ewlahiya endam û xebatkarên HDP’ê yên li wir di bin berpirsyariya we de ye. Divê hûn dawî li zextên li ser wan bînin!”

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê Mislim Kaplan roja Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re gotibû, “Piştî teqîna îro li Silêmaniyê 7 endamên me ku endamên asayî ne û ti berpirsyariyeke wan nîne, ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatin desteserkirin.”

Kaplan li ser peywendiya wê teqîna îro ya li Silêmaniyê û desteserkirin endamên wan got “Em penaber in û weke penaber dijîn. Nabe ku her roja ku li Silêmaniyê bûyer, teqîn û kuştinek çêbibe endamên me bên girtin. Tu eleqeya van bûyeran bi me re nîne. Ji bo asayîşa Silêmaniyê şerm e ku endamên me bigirin, ne diyar e çima hatine girtin û em nizanin ji me çi dixwazin.”