Awustralya 17 welatiyên xwe ji Kampa Rojê vedigerîne

28-10-2022
RÛDAW
Awustralya 17 welatiyên xwe ji Kampa Rojê vedigerîne
Awustralya 17 welatiyên xwe ji Kampa Rojê vedigerîne
Nîşan Kampa Roj Awustralya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwaneke jin û zarokên Awustralyayî yên di nav DAIŞê de bûn û li kampên Rojavayê Kurdistanê diman, ber bi Australiya bi rê ketiye.

Medyaya Awustralyayê ragihand, roja Pêncşemê 4 jin û 13 zarok ji Kampa Roj a li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê hatine derxistin û ji bo Iraqê hatine veguhestin da ku bi firokeyan vegerînin welatê wan.

Sala 2019an jî 2 çekdarên DAÎŞê yên Austarlî hatibûn vegerandin.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese di wê derbarê de dibêje, hikûmeta wî hertim kar ji bo parastina Austariyan dike û li gorî rênmayiyên ajansên Parastina Asayişa Nîştimanî ya welatê xwe pêngavan davêje.

Medyayên Awustralya radigihîne ku 60 jin û zarokên wan li Kampa Roj hene û hikûmetê nirxandin ji wan re kiriye ku hestiyartirîn grûp hatiye cûdakirin ji bo vegerandinê.

Ji 2019 ve yekem karwanê jin û zarokên Awustralyayî yên ku kûsûkarên çekdarên DAIŞê ne, bo Australya hatin veguhestin.

Çar jin û 13 zarok ji kampa Roj bo Iraqê hatibûn veguhestin û bi rêya balefirekê bo Australyayê hatin vegarandin.

Hejmarek ji rayedarên hikûmeta Awustralya li dijî vegerandina wan hemwelatîyan bûn, ji ber ku bi bawerîya wan dê bibine metirsî li ser asayîşa welatê wan lê serokwezîrê Awusturalyayê dibêje ku ew li ser şêwirdariya ewlehiya neteweyî hatine vegerandin.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese got, “Em ê berdewam kar bi şêwira ewlehiya netewî bikin, kû heya niha jî me hertim wiha kiriye û hikumeta berê jî her wiha kiribû. Lewma em dê vê şêwirê bikin û bi awayekê tevbigerin ku Australiyan hemuyan biparêzin, ev amanca me ye, û ev ew e ya kû em ê bikin.”

Berî van 4 jin û 13 zarokan, tenê heşt zarokên din yên du çekdarên DAIŞê hatibûn vegerandin

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese anî ziman, “Kesên ku heta niha hatine vegerandin tenê ew in ku di dema hukumeta berê de hatine vegerandin. Ji ber vê yekê bila em eşkere biaxvin. Tenê ew in yên ku hatine vegerandin. Hikûmeta min dê her gav Awustralyayan biparêze û em ê her gav li gorî şîretên ajansên ewlekariya netewî tevbigerin.”

Li gorî medyaya Awustralya, 60 jin û zarokên Awustralya di kampa Roj de bûn, hikumet dibêje, ev 4 jin û 13 zarok ji hemûyan bêtir di bin metrsiyê de bûn, lewma ew hatin vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst