“Em dixwazin bi alîkariya Almanyayê li Şingalê navendeke nexweşiyên derûnî vekin”

28-10-2022
RÛDAW
Rêveberê Beşa Derûnnasiyê li Zankoya Duhokê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan
Rêveberê Beşa Derûnnasiyê li Zankoya Duhokê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Jan Îlhan Kizilhan Êzidî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ku li Almanyayê dijî, li Zankoya Villingen-Schwenningen li ser "tenduristiya derûnî û trawma" dixebite diyar kir ku ew dixwazin li Şingalê li ser navê Zankoya Duhokê bi alîkariya Almanyayê navendeke nexweşiyên derûnî vekin.

Derûnnasê Kurd Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan piştî êrîşa DAIŞê ya di sala 2014an de li Almanya û Herêma Kurdistanê li ser Êzidiyan kar dike.

Rêveberê Beşa Derûnnasiyê li Zankoya Duhokê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan beşdarî bultena Rûdawê bû li ser sedema ku li Herêma Kurdistanê ye nirxandin kirin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan got, “Gelek xwendekarên me hene ku li ser Êzidiyên ku di kampan de trawma dîtine dixebitin. Di heman demê de, yek ji fonksiyonên zankoyê ew e ku bi gel re tiştekî bike. Bi alîkariya Almanyayê em dixwazin li ser navê Zankoya Duhokê navendeke nexweşiyên derûnî ku dê piştgiriya derûnî li Şengalê pêşkêş bike vekin.”

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan diyar kir ku wan niha cih peyda kiriye, ew kesên ku dikarin vî karî bikin li Duhokê perwerde dikin û heger piştî perwerdeyê di warê ewlehiyê de pirsgirêk dernekevin ew dê kesên ku perwerde kirine bibine wir û nahyeya Sinûn a Şingalê dest pê bikin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan anî ziman, “Hin kesên ku dê bi me re bixebitin ji Şingalê ne û herêmê baş nas dikin û lîsansa xwe ya bilind temam kirine.”

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan diyar kir ku ew ê di navbera 16-17ê Mijdarê de konferanseke navneteweyî li dar bixin û got, “Em ê li Zankoya Duhokê konferanseke navneteweyî li dar bixin. Em ê li ser mijarê bi beşdarên 8 welatan re biaxivin.”

"Gelo travma bi xwînê re derbas dibin"

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bal kişand ser lêkolînên ku li Almanyayê kirine û got, “Di dîroka Kurdan de gelek komkujî û qirkirin hene. Dêrsim, Zîlan, Barzan, Enfal... Hemû wek zincîrê bi hev ve girêdayî ne. Ev hemû tenê bi serdema xwe re sînordar namînin; bandorê li nifşên din jî dike. Ew bi çîrok, muzîk, dîrokê bi şiklekî tê vegotin.

Niha em dixwazin bizanin ka ew bi xwînê jî derbas dibe yan na. Xwîna miletekî ku ev nêzî hezar sal in ev tişt tecrube kirine diguhere yan na? Niha me li ser vê yekê dest bi lêkolînê kiriye. Dê bi zanîngehên Kanada, Hong Kong, Îsraîl Tel Aviv û Almanya re were lidarxistin. Em ê mînakên xwînê ji hezar kesên li Almanyayê bigirin. Em ê bibînin ka guhertinek heye yan na, heger hebe, xwîn ne tenê li ser bingeha axaftinê di heman demê de di trawmayan de jî diguhere. Di cîhanê de cara yekem em ê îspat bikin. Em dixwazin li Kurdistanê jî vê lêkolînê bikin. Em bi 6 hezar kesî re plan dikin.”

Êzidiyên ku çûne Almanyayê

Kizilhan ê ku piştî êrîşa DAIŞê alîkariya gelek Êzidiyan kir û ew birin Almanyayê, li ser rewşa Êzidiyan got, “Ji sedî 92 ê Êzidiyên ku me lêkolîn kir, dibêjin baş e ku em hatine Almanyayê. Nêzîkî 40-50 kesan zewicîn û bûn xwedî zarok. Hinek diçin zanîngehê. Ji ber vê yekê ew projeyeke serkeftî bû. Kesî ji wan xwe nekuştiye, zirar nedaye xwe. Piştî vê trawmayê ji bo wan bû hêviyek ku jiyana xwe bidomînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst