Hêzên Îranê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve gule li welatiyên Herêma Kurdistanê reşandin: Kuştî û birîndar hene

28-10-2022
RÛDAW
Hêzên Îranê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve gule li welatiyên Herêma Kurdistanê reşandin: Kuştî û birîndar hene
Hêzên Îranê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve gule li welatiyên Herêma Kurdistanê reşandin: Kuştî û birîndar hene
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Hêzên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê gule li çend welatiyên Şarbajêr a Herêma Kurdistanê reşandin. Qaymeqamê Şarbajêr da zanîn ku di êrîşê de ciwanekî canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Qaymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ji Rûdawê re ragihand, Supaya Pasdarên Îranê ji gundê Çoman ê Rojhilatê Kurdistanê ve gule li çend welatiyan reşandine û ciwanekî canê xwe ji dest daye.

Şaho Osman diyar kir ku navê ciwanê ku ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê hatiye kuştin Dastan Resûl e û temenê wî di navbera 30 û 33 salî de ye û xelkê gundê Merwê ye. Cenazeyê wî ji bo pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê hatiye veguhestin, Dastan Resûl zewicî ye û du zarokên wî hene.

Ji bilî kesê ciwanê ku canê xwe ji dest daye 2 kesên din jî birîndar bûne ku yek ji wan bavê Dastan Resûl e.

Şaho Osman li ser birîndaran got, kesên birîndar Resûl Mehmûd û Mihemed Ezîz in ku temenê wan di navbera 50 û 55 salî de ye. Her du birîndar ji bo Nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhestin.

Rêveberê Tendirustiyê yê Çwartayê Awat Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, ew welatiyên gundê Merwê xwestine ji bo şîna merivekî xwe biçin gundê Çoman ê Rojhilatê Kurdistanê lê berî ku sînor derbas bikin û biçine aliyê Rojhilatê Kurdistanê “hêzên sersînorê Îranê bîksî gule li wan reşandine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst