Li Colemêrgê wesayîta leşkerî wergeriya: 1 mirî û 2 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya navçeyên Gever û Şemzînanê li Bakurê Kurdistanê, wesayîteke leşkerî wergeriyaye û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 27ê Cotmeha 2021ê li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriyaye û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Li Colemêrgê di encama qezaya wesayîteke leşkerî de leşkerê me yê bi navê Ebubekir Sel canê xwe ji dest daye. Ji malbata wî re jî sersaxî dixwazin.”

Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatine veguhestin.