Til Temir (Rûdaw) - Bi guhertina keşûhewa li Rojavayê Kurdistanê berhemên sebze û şînatî kêm û buha dibe û herwiha çandiniya li xaniyên plastîk jî zêde bûye.
Ismet Mihemed ji xelkê Efrînê ye ji 18 salan ve di projeyên Xaniyên Pilastîk de kar dike û li Til Temir ji 2 salan ve bi cih bûye û di yekem car li Cizîrê 9 hingar bi rûberê 4 doniman çandiye bancan, xeyar, xirtik, bîber û dixwaze li seranserî Salê berhemên wî qut nebin.
Ismet Mihemed dibêje, “Sala yekem ew proje ji ber nebuna sopeyên germê bi serneket, lê îsal sal karê me serast e. Li cizîrê ev berhem ji bistanî kême û ji herêmên Deriya û Lubnanê dihatin û hemû hermon in. Ev berhemê me madeyên kîmawî têde tune, nirxê wan sebze derdikeve 1500 lêreyên Sûrî û me xwest ew yek kontrol bikin, ev tecruba me em dibêjin biserket.”
Li bazarê buhayek ne yasayî heye ji ber kêmbuna wan sebzeyên ku ji parêzgehên Laziqiyê, Tertus û Lubnan û Herêma Kurdistanê tên, herwiha bilindbuna dolar jî ku 2370 lîrê Sûrî derbas kiriye.
Xelkên deverê, havînan wan şînatî bi 100 ta 500 lîre ji hi 1 kg dikirîn, lê niha û di demsal jivistanî di nirxê 800 ta 1200 lîreyê Sûrî dikirin.
Ev alternatîv ji bo aboriya xwe erênî dibînin û derfetên kar ji bo 30 kesî peyda dike.
Hemwelatî Hec Tahir dibêje, “Ew berhemên bi riya di berdan tê û ji welatên derve heta dighêje me nîv temen dibe, lê berhemên sebze yê li cem me teze ye û paqij e. Nirxê van kelûpelên keskayî buha ye ji ber em nikarin li ber malên xwe ji xwe re deynin tevî erd û av jî heye.”
Komîteya Aborî ya Navçeya Til Temir, projeyek bi rûberê 400 doniman amadekiribû, lê ji ber operasyona Tirkiyê rawestand û tenê 20 donim malên plastîk danîne.
Qutkitina ava Stasyona Elok ew proje kêm encam kir û tenê desteka projeyên xweser dikin.
Serokê Komîteya Aborî li Til Temirê Dildar Kûtê diyar dike, “Niha em amedekariya projeyekê ya Hengaran bi ruberê 20 doniman dikin, emê hewceya herêmê pêk bînin bi riya malên plastîk. Kî bixwaze projeyên bi vî şêwazî çêke emê alîkariya aborî û manewî pêşkêş bikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê rojane 400 ton sebize û şînatî tê kirîn, wate 270 milyon lîreyê Sûrî tê dan û ev berhem eger xwecihî be dê fersendên kar geştir bike.
Şarezayên Aborî pêşketina vê projeyê girêdidin bi hebûna bardoxeke ewlehî, aborî û zanisteke çandinî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse