Li Efrînê çekdar ji %40 berhemên cotkaran wekî bac dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên gurûpên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, berhemên cotkarên herêma Efrînê talan dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku çekdarên gurûpa Sultan Mûrad li gundê Kotana, ji %40 ji berhemên cotkaran talan dikin.

Li gorî Rêxistinê, Ebû Omran, fermandeyê heman gurûpê li gundê Bîbaka û Zerka, heman rêjeya ji 40% ji berhemên cotkarên Kurd talan dike.

Rêxistinê diyar kir ku tevî derçûna biryarekê, roja 24ê Cotmehê, bi qedexekirina wergirtina baca parastina darên zeytûnan ji aliyê grûpên çekdar ve, lê heta niha ew gurûp rêzê li biryarê nagirin û cotyaran talan dikin.