Li Erziromê ji bo zivistanê 800 gor hatine kolandin

28-10-2019
RÛDAW
Nîşan Erzirom Gor Zivistan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna werzê zivistinê, li bajarê Erziroma Bakurê Kurdistanê li gel amadekariyên bo zivistanê, amadekariyên bo veşartina miriyan jî tên kirin û di vê çarçovê de 800 gor hatine kolandin.

Di demekê de ku li bajarên sar ên Bakurê Kurdistanê amadekariyên zivistanê tên kirin û ji payîzê ve xwarin û vexwarinê li malên xwe kom dikin, li bajarê Erziromê jî dest bi amadekariyên veşartina miriyan tê kirin û di vê çarçovê de li goristanekê cîhê 800 terman hatiye kolandin ku eger zivistanê kesek bimire, li wan gorên amade bên veşartin.

Li bajarê Erziromê, di demsala zivistanê de pileyên germahiyê dadikevin 35 derece bin sifrê û lewma jî kolandina goran gelek zehmet dibe. Xelkê wê parêzgehê jî, weke hêsankariyekê, ji niha ve dest bi kolandina goran kirine û heta niha 800 gor hatine amadekirin. Li gorî plana şaredariya wê parêzgehê, wê li taxên cuda jî gor bêne amadekirin.

Welatiyên wê parêzgehê jî dibêjin, ew ji vê pêngava şaredariyê gelek razî ne û dibêjin jî, li şûna ku di demsala zivistanê de gorekê bikolin, ew amade ne niha deh goran bikolin û amadekariya miriyên xwe bikin.

Welatî her wiha dibêjin, ew dizanin ku mirin rastiyeke jiyanê ye, lê di heman demê de dizanin jî ku kolandina goran di demsala zivistanê de gelek zehmet e û lewma jî wan ji niha ve dest bi kolandina goran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst