Galeriya wêneyan

28-10-2018
19 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku roja 25ê vê mehê (Cotmehê) piraniya dikanên Bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîn, tîmên ser bi şaredarî û parêzgariya Hewlêrê dest bi rûxandina paşmayiyên dikanên şewitî kirine, daku di demeke herî nêzîk de dest bi dubare avakirina wan dikanan were kirin.

 

Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî jî îro serdana Bazara Lengeyê kir û ji nêzîk ve kar û xebatên paqijkirina bermayiyên şewata roja 25ê vê mehê li Bazara Lenge şopand.

Newzad Hadî herwiha li cihê Bazara Lenge, did axuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Xwediyên dikanan dê bixwe dikanên xwe dubare ava bikin û hikûmet jî dê torên av û kanalîzasyonê û herwiha tora elektirîkê ya bin erdê ji wan re dabîn bike.”

Bi gotina Newzad Hadî, hikûmet vê carê dê sîstema pêşkevtî ya agirvemirandinê jî li nav bazarê çêbike, daku bûyerên weke şewata roja 25ê Cotmehê dubare nebin.