WÊNE - Bajarê dîrokî yê kurdî li benda geştiyaran e

28-10-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bi berhemên xwe yên dîrokî li benda ziyaretvanan e.


Bajarê Bedlîsê mazûvaniya gelek medeniyetan kiriye û wek "bajarê di nav gelî da" tê pênasekirin bi xan, hemam, mizgeft, kumbed, kelhe, medrese û gelek avahiyên dîrokî wekî muzeyeke servekirî ye.


Bedlîs bi alimên jê derketine, berhemên dîrokî û sirûşta xwe bajarekî qedîm e û ji bona geştiyarê potansiyeleke girîng di xwe de dihewîne.




Dîmenên berhemên dîrokî yên li Bedlêsê ji esman ve bi dronê hatin tomarkirin.


Midûrê Çand û Geştiyarê Ramazan Gencan daxuyanî da û destnîşan kir Bedlês bajarekî 7 hezar salî ye û got ji Urartu, Asûr, Pers, Med, Îskenderê Mezin ê Qralê Makedonyayê, Bîzans, Selçûqî û Osmaniyan re mazûvanî kiriye.




Gencan destnîşan kir li Bedlîsê berhemên hemû medeniyetên hatine herêmê hene û wiha domand: "Bedlês bajarekî qedîm e û 615 berhemên tescîlkirî lê hene. Bedlês bi xan, hemam, mizgeft, kumbed, kelhe, medrese û avahiyên dîrokî wekî muzeyeke servekirî ye."




Ramazan Gencan destnîşan kir li bajêr 287 berhemên dîrokî yên sivîl ku hatine tescîlkirin hene û got Wezareta Çand û Geştiyarê her sal berhemên tescîlkirî restore dike.


Gencan diyar kir wezaret Keleha Bedlîsê ya li ser blokên zinara ye û di salên 330yî de ji hêla Îskenderê Mezin ê Qralê Makedonyayê ve hatiye çêkirin xebatên zeximkirinê dike û got ji ber xebatên kolandinê niha girtî ye, lê sala bê dê vebe. (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst