Xiristiyanên Deşta Neynewa banga Papa û Amerîkyê kirin

Hewlêr (Rûdaw) -

Ji ber êrîşa Heşda Şebî ser Başûrê Kurdistanê ziyan gihaye hejmarek mezin ji gundên Kurdên Êzdî û Xiristiyanên Deşta Neynewa.

 

Mûxtarê Gundê Pêşabîrê Xalid Yaqup Marqus bi riya Rûdawê daxwaz ji Papa yê Vatîkanê û civaka navdewletî dike ku bi hawara wan ve werin, û alîkar bin ji bo rawestana şer li navçeyên wan.

 

Xalid Yaquo Marqus wiha got: “Ez bang li Papa yê Vatîkan dikim, bang li Amerîka û civaka navdewletî dikim, ku demildest  destwerdanê bike ji ber ku gundê me xiristiya û kurdên êzidî nêzîkî eniyên şer in. Em gelê Iraqê yek gel in, me bi hevre şerê DAIŞê kiriye, herwiha ez bang li Ebadî dikim ku em xiristiya û êzidî aştîxwazin, em hez li şer nakin, em aştiyê dixwazin.”

 

Mûxtarê Gundê Pêşabîrê anî ziman heger şer biqewime ew daxwaz ji Papa û Amerîka dikin ku wan ji navçeyên wa derxin û wan bibin welatên xwe, ji ber ku ew aştîxwazin.