OPERASYONA MÛSILÊ – Bi şahî pêşwazî li pêşmergeyan kirin

Faziliye (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge piştî ku 6 rojan gundê Faziliye ya li eniya Nawêran di bin dorpêçê de girtibûn, duh ketine navenda gund û ji aliyê xelkê ve bi kêf û şahî hatine pêşwazîkirin.

 

Hêzên Pêşmerge li ser rêya gundê Faziliyê 11 bombeyên vedayî paqij kirin û xwe gihandina nava gund. Xelkê gund dema dîtin pêşmerge gihişte cem wan, bi coş û xiroş hatine pêşiya wan.

 

Yek ji akinciyê gundê Fazilêyê ji Rûdawê re got: “Hûn bi xêr û ser seran hatin. Ji nûve ewlekarî hate gundê me. Heta vê gavê em ne di aramî ewlehiyê de bûn.”

 

Xelkê  bawer nedikir ku DAIŞî li gund nemane. Welatiyekî din jî bi girî got: “Min di jiyana xwe de hemû zorî, zîndan û rezîlî dît lê min zulma wiha mezin nedîtibû. Ez pêşmergeyê kevin im. Nivê şevê li deriyê me didan û kontrol dikirin, sivikatî bi mal û zarokên me dikirin. Bijî pêşmerge!”

 

Piştî ku Hêzên Pêşmerge hemû gund kontrol kir û lêgerînên pêwîst pêkanî, li navenda gund teqeya xweşiyê kirin.

 

Pêşmergeyekî ku di operasyonê de amade bû ragihand, di şerê Faziliyê de ti ziyanek nehegiştiye pêşmergeyan û ev gundê stratejîk hatiye rizgarkirin.

 

Li gundê Faziliyê nêzîkê 4 hezar kesan dijîn.