Li Şingalê 4 sîxur hatin girtin

 

 

Çiyayê Şingalê(Rûdaw)- Li Çiyayê Şingalê 4 kes bi gumana sîxurî hatin girtin.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re got, “Peşmergeyan 4 êzîdiyên sîxuriya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dikirin girt. Kesên hatîn girtin kurdên êzîdî û ji Şingalê ne lê ew xiyanetiyê li gelê xwe dikin.”

Qasim Şeşo regihand ku ew 4 kesên girtî bi telefonê agahî didan çekdarên DAIŞê û wan li gorî vê yeke hewan berdidan Hêzên Pêşmerge.

Şeşo da zanîn peşmerge bi şopandinê ew 4 kes girtine.

Şeşo got 4 kesên Hezên Pêşmerge girtîn ji DAIŞê pere standin û derheqê cihên peşmerge de agahî didan wan.

Herwiha Qasim destnîşan kir ku ew 4 kes niha li destê PKKê de ne lê piştî lêpirsine dê radestî Hêzên Pêşmerge bikin.