Bulent Arinç: Em ne mecbûr û mehkûmê pêvajoya çareseriyê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç, bi tundî gef li PKK û HDPê xwar û ragihand, Tirkiye mecbûr û mehkûmî “pêvajoya çareseriyê” nîne ji ber wê jî divê him HDP him jî Ocalan pir hişyar bin.

Alîkarê Serokwezîrê Bulent Arinç, piştî civîna Encumena Wezîran daxuyanî da û ragihand, eger li Tirkiyeyê ewlehiya mal û canê xelkê tine be wê demê tiştek bi navê pêvajoya çareseriyê namîne.

Bulent Arinç amaje bi kuştina sê leşkerên tirk li Geverê û aloziyên ku di dema xwepêşandanên piştgiriya Kobanî de derketibûn kir û got, pêvajoya çareseriyê nabe aseng pêşiya vê yekê ku ew li hember van bûyeran bêdeng bimînin û wiha axivî:

“Pêvajoyaçareseriyê pir girîng e lê ti carî nabe bibe sedema wê ku welatiyên me newêribin derkevin derve. Em mecbûr û mehkûmî pêvajoya çareseriyê nînin.”

Alîkarê Serokwzîrê Tirkiyeyê hişyarî da HDP û Ocalan jî û wiha got: “Eger pêvajoya çareseriyê têk biçe wê demê her kes dê bin de bimîne. Ji ber wê jî divê him yê di Giravaê de (qesta wî Ocalan) him jî dûvika siyasî (qesta wî HDP ye) vê yekê baş bizanibin û diqet bikin.”

Bulent Arinç da zanîn ku gerîlayên PKKê kamyonek tijî madeya bi navê “Nîtrat Amonyom” li navçeya Silopiyê ya Şirnexê birine û ber bi çiyayê Cûdî ve revandine lê beriya ku ew wê kamyonê bigihînin Cûdî dê dest daynin ser.

Tê zanîn, çend roj berê li navçeya Kaximanê ya Qersê 3 gerîlayên PKKê ji aliyê hêzên tirk ve hatibûn kuştin, piştî wê bûyerê li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî 3 leşkerên tirk hatin kuştin her wiha cerdevanek li Mûşê hatibû kuştin.