Wezareta Plandanînê: Li Kerkûkê ji sedî 70ê karê serjimêriyê temam bûye

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Wezareta Plandanînê ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Plandanînê ya Îraqê ragihand ku ji sedî 70 karê dorpêçkirin û hejmartina parêzgeha Kerkûkê temam bûye.

Biryar e roja 20ê Çiriya Pêşînê serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Birêveçûna qonax bi qonax a pêkanîna pêvajoyê dest pê kir.

Qonaxa yekem dorpêçkirin û hejmartin e.

Berdevkê Wezareta Plandanînê Ebdulzehra Hindawî ji Rûdawê re got:

“Pêvajoya serjimêriyê li Îraqê pir baş bi rê ve diçe. Ji sedî 70ê kar li parêzgeha Kerkûkê temam bûye.”

Berdevk diyar kir ku pêvajo li piraniya parêzgehên Îraqê bi heman rengî ye.

Di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Hevahengiyeke me ya bilind li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.

Hefteya borî şandeyeke Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê li Bexdayê bû.

Berî wê şandeyeke Desteya Amaran a Îraqê li Herêma Kurdistanê bû.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê 26ê Îlona 2024an civînek li dar xist.

Wezîrê Plandanînê ya Herêma Kurdistanê Dara Reşîd û Serokê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan amaje bi amadekariyên dawî yên serjimêriyê kir û têbînî, nîgeranî û metirsiyên xwe yên derbarê rêbaz û armanca pêvajoyê de anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst