Li Xarpêtê 2 otomobîl li hev qelibîn: 7 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, 7 kes birîndar bûn û rewşa yekî giran e.
Êvara roja Înê li parêzgeha Xarpêtê, li ser rêya sereke ya Xarpêt-Çewlîgê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman her 7 birîndar birin nexweşxaneyên Xarpêtê.