Nêçîrvan Barzanî û şandeya Romanyayê li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê şandeyeke Senatoya Romanyayê qebûl kir.

Şandeya, ji Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Senatoya Romanyayê Titus Corlatsian, Balyozê Romanyayê yê Îraqê, Berpisê Ofîsa Konsulxaneya Romanyayê ya Hewlêrê û hinek senatoran pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Romanyayê yên bi û Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Bi taybetî jî li ser girîngiya pêwendiyên di warên aborî û perwerdeyê de guftûgo hatin kirin.

Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareseriyan pirsgirêkên her du aliyan hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku Romanya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de xwediyê roleke girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ji bo ku burs û derfetên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Herêma Kurdistanê û Îraqê dike, spasiya Romanyayê kir.

Li aliyê din, şandeya Romanyayê amaje pê kir ku ew bi vê serdana xwe kêfxweş in.

Şandeya Romanyayê, da zanîn ku welatê wan dixwaze li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike.

Şandeya Romanyayê û Nêçîrvan Barzanî li ser hinek kompanyayên Romanyayê ku dixwazin li Îraq û Herêma Kurdistanê vêberhênanê bikin û mekanîzmaya xebatê ya van kompanyayan jî axivîn.