Sêrt: Welatiyê ku masî digirtin xeniqî

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xizxêrê ya parêzgeha Sêrtê welatiyekî 44 salî yê ku ji bo girtina masiyan ket çem, xeniqî.

Li gorî zanyariyan li gundê Hertavusê yê navçeya Xizxêrê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Aslan Kayirê 44 salî bi çend hevalên xwe re ji bo ku masiyan bigire çû çemê li nêzîkî gund.

Aslan Kayir ji bo ku li torên xwe yên masiyan ên berê di çem de vedabûn binêre ji hevalên xwe veqetiya û demeke dirêj nehat ba wan.

Hevalên Aslan Kayir li ser vê yekê aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cenderme çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo dîtina Aslan Kayir dest bi xebatan kir.

Piştî demekê cenazeyê Kayir ji çem hat derxistin û tîman bir Nexweşxaneya Dewletê ya Xizxêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst