Fermandarekî YPGyê canê xwe ji dest da

28-09-2023
Nîşan YPG Fermandar Aslan Qamişlo Êriş Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – YPGyê ragihand ku fermandarê wan Aslan Qamişlo canê xwe ji dest daye.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), da zanîn ku Aslan Qamişlo (Muzellîf Taşkin), 17ê Îlonê di encama êrişa dronên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

YPGyê destnîşan kir ku artêşa Tirkiyeyê 17ê Îlonê, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi dronan êrişî hêzên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Aslan Qamişloyê ku yek ji fermandarên YPGyê bû di encama vê êrişê de canê xwe ji dest daye.

YPGyê diyar kir ku Aslan Qamişlo sala 1974an li gundê Hêşetê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye dinê.

Piştî ku li Botan, Zagros, Qnedîl û Behdînanê maye sala 2013an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst