Li Wanê mînîbusa mamosteyan qeza kir: 12 birîndar

28-09-2023
Nîşan Wan Qelqelî Qeza Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku mamoste tê de bûn û kamyonetek li hev qelibîn.

Di encamê de 12 kes birîndar bûn, 9 ji birîndaran mamoste ne.

Hat zanîn ku mamosteyên Dibistana Seretayî ya Axruka Jêrê ya navçeyê di wê mînîbusê de bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.

Tevên birîndaran piştî midaxaleyên pêwîst ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst