Erdexan zêdeyî 50 caran hejiya

28-09-2022
RÛDAW
Li çar gundên ser bi parêzgeha Qersê jî ji ber bandora erdheja Erdexanê, zerar gehişte 25 mal û axûrên ajelan.
Li çar gundên ser bi parêzgeha Qersê jî ji ber bandora erdheja Erdexanê, zerar gehişte 25 mal û axûrên ajelan.
Nîşan Erdexan Qers Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Erdexanê li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 50 carî li ser hev hejiya. Lerza herî bi hêz 5.3 pile bû li gorî pîvera rîxterê û li bajarokê Golan ê ser bi parêzgeha Erdexanê ve çêbû.

Navenda bajarokê Golan ê ser bi parêzgeha Erdexanê, bi hêza 5.3 pile çêbû û li parêzgehên Qers û Erzeromê jî hest pê hat kirin. Erdhej demjimêr 17:08 deqeyan roja Sêşemê 27ê Îlonê bi kûrahiya 3.2 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Derbarê erdhejê de welatiyek dibêje: “Ez çûm hundir û ji nişka ve erdhej çêbû, bi zorê min xwe avêt derve.”

Beşa zêde ya xelkê wê navçeyê hejar û kêm dahat in. Xaniyên wan kevnin û bi heriyê hatine çêkirin, lewra xwe li ber erdhejê negirtin û zerar gehişte wan.

Welatiyekî din jî got: “Em hemû li derve bûn, xelk bi karên xwe ve mijûl bûn, kes li male nebû. Bûna wan a li derve mûcîze bû, zerara me ya canî nebû.”

Piştî erdheja serekî heta demjimêr heş û 14 deqeyên şeva borî 50 erdhejên biçûk ên bi pey hev de çêbûn, ku yek ji wan bi hêza 4 pile bû.

Welatyek din jî dibêje: “Ez ji vê derê derketim derve û diçûm, ji nişka ve min dît ji ber tozê nikarim çavê xwe vekim. Kevirek li min ket, ber bi xwar de bo ser cadeyê reviyam, min kir hewar. Zerar gehişte kel û pelên min ên li hundir.”

Demjimêr dû û yek deqeya berê sibeha îro çarşemê erdhejeke din bi hêza çar pile û kûrahiya heft kîlometre di bin erdê de li heman bajarokî çêbû.

Ji ber erdhejên berdewam, beşeke zêde ya xelkê şeva xwe li derve derbas kirin.

Kesek din jî got: “Em ji tirsa naçin hundir. Xanî kevnin, derz ketiye dîwaran, em nikarin biçin hundir, mal û zarok li derve ne, em nizanin çi bikin.”

Ji ber erdheja 5.3 pile ya bajarokê Golan, bi giştî sê welatî birîndar bûn û bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li çar gundên ser bi parêzgeha Qersê jî ji ber bandora erdheja Erdexanê, zerar gehişte 25 mal û axûrên ajelan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst