Li Gurgumê polîsek hat birîndarkirin

28-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onikişubatê ser bi parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî bi kêrê polîsek birîndar kir û welatî jî ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndarkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, li Taxa Karamanli ya navçeya Onikişubatê li ser giliyê xwekuştinê polîs çûn malekê, lê gilî derew derket û kesekî hewl nedabû xwe bikuje.

Di navbera xwediyê malê û polîsan de nîqaş derket û xwediyê malê bi kêrê li pişta polîsekî da û ew birîndar kir. Polîsan gule li lingê xwediyê malê dan û ew bi birîndarî desteserkirin.

Polîs û welatiyê birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa her du birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst