Li Amedê kesek 28 sal in bi fermî bê welat e

Amed (Rûdaw) - Welatiyekî Ameda Bakurê Kurdistanê, 28 sal in bê nasname ye weke fermî jî bê welat e.

Ahmet Onder ê 56 salî ku sala 1994an, ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, bi hinceta ku dev ji leşkeriyê berdaye hemwelatîbûna wî ya Komara Tirkiyê jê hate standin û paşê Îdareya Koçe ya Tirkiyê belgeya "Bêwelatiyê" daye wî. Ahmet Onder bi vê belgeyê nikare bi qasî penaberekî jî bibe xwedî maf.

Ahmed Onder sala 1986an di 20 saliya xwe de diçe leşkeriya Tirkiyê, lê ew di şeşemîn roja leşkeriya xwe de bi sedema ku jina wî ya ducanî bêkes maye ji yekîneyên leşkeri fîrar dike û dibe qaçaxê leşkeriyê. Lê ser vê yekê îdareya koçê ya bi ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, nasnameya wî jê distînin wî ji welatîbûna Tirkiyê derdixin û belgeya bêwelatîbûne didin wî.

Heşt sal piştî fîrarkirina wî ji ber bûyerek edlî,bi hayîdarkirina dadgehê ew pê dihise ku ji welatîbûnê hatiye derxistin.

Li gor hiqûknasan ne yasayî ye kesek ji ber fîrarkirina ji leşkerîyê ji welatibûnê were derxistin.Ew vê yekê wek şaşîtiyek yan jî wek biryarek keyfî û sosret dinirxînin.

28 salin ji ber ku welatek Ahmet Onder nîne ew ji tu mafê îstîfade nake û ji ber welatek wî nîne ew ji mafê penaberiyê jî sûdê wernagire.

Piştî ew ji welatîbûnê tê derxistin jina wî wî berdide. 4 zarokên wî hene kes li cem nemaye û kes û karên wî jî ji wî dûr dikevin. Heta niha çendîn cara wî serî li dezgehên fermî daye jî daxwaza wî ya wergirtina welatîbûnê hatiye redkirin. Ew dibêje heke ev kêşeya wî çareser nebe ew dê dawiyê li jiyana xwe bîne.

Saziyên civaka sivîl niha bi derdê Ahmed Onder re mijûl in lê kes nizane ku ev problema wî dê çawa yekalî bibe. Ew dibêje bi xêra vê nûçeya we hêvîdike ku aliyên pêwendîdar denge wî bibihîzin û wî ji vî halê xilas bikin.

Li amedê Ehmed Onderê 56 salî ku debara xwe bi kare hemalîyê dike 28 salin bê nasname ye û di

Ahmed Onder diyar kir ku ew debara xwe bi kare hemaliyê dike û got: “Min fîrar kir ez hatim.Heşt sal şûn de şerek çêbû di nav mirovên me de ez jî ketim wî şerî. Paşê ez derketim ber dadgehê, wê demê dadgehê ji min re got ez ji welatîbûnê hatime derxistin. Gava pê hesiyam wek ava kelî berdin ser serê min. Ez ha heme ha tune me. Ez kirime weke kesekî mirî.”

Piştî ku ew ji welatîbûna Tirkiyê tê derxistin jiyana wî serobin dibe, kes û karen wî jin û zarên wî jî jê dûr dikevin bi wî rengî li gel bêwelatîbûnê çîrokek ji tenêtî û bêkesbûnê jî li çîroka wî bar dibe.

Onder dibêje: “Jina min ji mexdûriyetê dev j imin berdaye. Nexwe di navbera min û jina min de pirsgirêkek nebûn. Ji ber îş û kare min tune bû, ez ketim karen nebaş û ez 15 sal jî di girtîgehê de mam. Ji bo Xwedê û pêximber ev tiştên hatine serê min nehatiye sere gawiran. Ez nikarim tiştek bikim. Ne dikarim herim derkî. Ez fedî dikim. Heke nasnama min derneyê di dawîya dawî de ezê xwe întixar bikim ma ezê çer bikim. Dewlet denge min nabihîse. Dibihîse lê bi min re eleqeder nabe. Bû 28 sal. 28 salin ez wiha me. Çiqas ez serlêdan dikim red dibe. Ez ne heme ne jî tune me. Min cahîltiyek kir ez ji bo jina xwe reviyam ji leşkeriyê. Kesî ew xwedî nedikir.”

Ahmet Onder li asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê take kes e ku ji ber firarkirina ji leşkeriyê ji welatîbûnê hatiye derxistin. Hiquknas jî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê sosret dibînin û vê yekê weke binpêkarîyek mafê mirovan binav dikin.”

Parêzer Cihan Aydin jî dibêje: “Dema ez li yasayan dinerim, dema li îctihadên dadgehan ên bere jî dinêrim sedemek, sûcek ku Ahmet Onder pê ji welatîbûnê were derxistin nabînim. Bersiva pirsa  derketina ji welatîbûnê ya Ahmet Onder tune ye. Di vir de keyfiyetek heye.”

Jiyana Ahmet Onder, ku weke “Ehmedê Bêwelat” jî tê naskirin, bû fîlm.

Dokumantera Bêwar Ehmed ji alîyê çêker Şerife Deniz Bulut ve bi navê “Qet” hatiye amadekirin û niha ew belgefîlm li 19 welatan li 19 festîvalên cûda cûda tê pêşandin.

Çêkera fîlma Qet Şerife Deniz Bulut jî got: “Ahmet kurdekî li vir dijî. Ew kurdekî Amedê ye. Ew têkoşîna hebûn û nasnameya xwe ya ku tune dide. Em jî têkoşîna nasnameya me ya ku heyî didin û dinav wê hewlê de ne ku xwe bidin qebûlkirin. Me bi wî awayî bi Ahmet re aliyek hevpar jî dît. Sedema ku me ev fîlm kişand jî ew bû ku em bibin şirîkê têkoşîna Ahmet Onder a 28 sal in ku ji bo nasnameya xwe didomîne û me xwest  em bibin ew denge ku ew nikare derxe.”

Bi bîhistina çîroka wî li Amedê sazî û dezgehên civaka sivîl jî palpiştiya xwe jê re ragihandine û ew sazî niha di nav wê hewlê de ne ku Ahmet Onder bi rêyek yasayî dîsa mafê welatîbûnê bidest bixe û kêşeyên wî bidawî bibin.