Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Em êrîşên Îranê bi tundî şermezar dikin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Hevkariya Tifaqa Kurdistanî Êrîşên Îranê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevkariya Tifaqa Kurdistanî yê Bakurê Kurdistanê derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da û got, “Êrişên rejîma Îranê berî her tiştî hemû rêgez û pîvanên navneteweyî û mafê serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê binpê dike. Ev êriş dijminahiya rejîma Îranê ya li hemberî gele Kurd û Kurdistanê bi awayekî aşkera nîşan dide.”

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) , Partiya Însan û Azadiyê (PIA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK – Bakur) û Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye jî di nav de, têkildarî êrîşên Îranê yên li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de çalakiyên piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê Hêzên Îranê ve hat bi bîr xistin û êrîşên Îranê hatin şermezarkirin.

Hevkariya Tifaqa Kurdistanî bal kişande ser wê yekê ku Îran aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc û got, “Divê demildest ev êriş bên rawestandin. Dîsa em bangî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ereban û sazî û dezgehên navneteweyî dikin da ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û rê li ber van êrişan bigirin.”

Daxuyaniya Hevkariya Tifaqa Kurdistanî li ser êrîşên Îranê yên li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê:

“Li hemberî êrîşan dem dema yekîtî û tifaqa Kurdan e. Li Tehranê du hefte berê jina Kurd a bi navê Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin û di encama wê de bi pêşengiya jinan li gelek bajar û navçeyan çalakiyên sivîl û demokratîk hatin û tên lidarxistin.

Rejîma Îranê dixwaze van xwepeşendanên sivîl û demokratîk bi rêbazên tundiyê, bi kuştin û girtinê tepeser bike. Ev çalakiyên ku jin pêşengiya wê dikin heta niha li dinyayê gelek deng vedaye û olan daye. Rejîma Îranê guh nade daxwaza azadiyê ya jinan û gelan û her roj zext û zora li ser çalakgeran zêdetir dike.

Rejîma Îranê îro sibehê li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Pirdê, Koyê, Zirguwêzê jî hin êrişên asmanî pêk anî û di encama van êrişan de bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarkirin. Bajarên ku sivîl lê dijîn bûn armanca van êrişan û xisareke mezin a mirovî derket meydanê.

Êrîşên rejîma Îranê berî her tiştî hemû rêgez û pîvanên navneteweyî û mafê serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê binpê dike. Ev êriş dijminahiya rejîma Îranê ya li hemberî gele Kurd û Kurdistanê bi awayekî aşkera nîşan dide. Herêma me û cîhan her ku diçe ber bi gerînekeke şer û pevçûnê ve tê birin. Di encama vê berberiyê de her ku diçe aştî, ewlehî û aramiya herêmê di bin xetereyê de tê hiştin. Li aliyekî dewleta Îranê êrişî Herêma Kurdistanê dike, li aliyê din dewleta Tirk êrişî Başûr û Rojava dike. Li hemberî van êrişên dewletên herêmê ji her demê zêdetir pêdiviya gelê Kurd û gelên Kurdistanê bi yekîtî, yekrêzî û tifaqê heye.

Rejîma Îranê bi van êrişên xwe yên îro ve hem dixwaze pirên palpiştî, piştgirî û piştevaniyê yên di nava gelê Kurd û gelên herêmê de tê avakirin hilweşîne, hem jî aştî, aramî û îstîqrara herêmê xerab bike.

Em wek Hevkariya Tifaqa Kurdistanê van êrişan bi tundî şermezar dikin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin. Dîsa em bangî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ereban û sazî û dezgehên navneteweyî dikin da ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û rê li ber van êrişan bigirin. Em kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wana re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst