'Birrîna daran ji aliyê dagirkerên Tirk û grûpên terorîst ve cihê şermezariyê ye'

28-09-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Grûpên çekdar li Efrînê daran dibirrin
Grûpên çekdar li Efrînê daran dibirrin
Nîşan Efrîn Birrîna Daran Grûpên Çekdar Tirkiye Îbrahîm Şêxo Ebdulrehman Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzikbûna zivistanê re, birrîna dar û daristanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve zêdetir dibin. Parlamenterê Sûrî li ser birrîna daran got “Birrîna daran ji aliyê dagirkerên Tirk û grûpên terorîst ve cihê şermezariyê ye.”

Proseya birrîn û şewitandina dar û daristanan li hemû navçeyên Herêma Efrînê tê birêvebirin û her berdewam e.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriye dibêje grûpên çekdar bêhtirî 400 hezar darzeytûn birrîne ji bo ku weke êzingan li nav bazaran bifiroşin.

Roj bi roj, bi nêzîkbûna zivistanê, birrîna dar û daristanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bêhtir dibe.

Bi darbirrînê, rûberên daristan û zeviyên çandiniyê kêmtir dibe û ziyanên mezin digihêjin welatiyên Kurd ên wê herêmê.

Yek ji dîmenên wê rewşê, ew e ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê bêhtir ji 400 hezar darzeytûn birrîne, ji bo wan weke êzingan li nav bazaran bifiroşin.

Ev yek ji aliyê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, Îbrahîm Şêxo ve hatine piştrastkirin ku li gundê Çeman di derdora 2 hezar dar hatine birrîn. Her wiha li gundê Aşikê Xerbî yê ser bi Cindirêsê 3 hezar dar hatine birrîn.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo dibêje “Bêtirî 400 hezar darên zeytûnê ji bo êzingan hatine birrîn. Birrîna darên sinober jî ne kêmtirî wê hejmarê ne. Bi hezaran hektar dar hatine birrîn. Tenê li bendava meydankê tiştê ku em dizanin berî demekê 4 hezar dar hatine birrî.”

Parlamenterê parlamentoya Sûriyê Ebdulrehman Xelîl jî dibîne ku ev kiryarên ku grûpên çekdar bi piştgiriya Tirkiyê li Efrîn û navçeyên din dikin cihê şermezarkirinê ne.

Parlamenter Ebdulrehman Xelîl dibêje “Kiryarên dagirkerên Tirk û terorîstên xwe li Efrînê dikin ji jêkirina daran ji bo şewitandinê ji kuştina mirovan, ji jêkirina guhanan ji hemû tiştên wehşî yên ne karên mirovan ev kar cihê şermezarkirinê ye.”

Ji 20ê Çileya 2018yan ve, ku êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Efrînê hate destpêkirin, bi nêrîna rêxistinên mafên mirovan hemû aliyên jiyana Efrînê û niştciyên wê herêmê xistine bin metirsiyên dijwar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst