PDK: Êrîşên Îranê tawan in û tu hincetan qebûl nake

Hewlêr (Rûdaw) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê êrişên Îranên yên li ser binke û baregehên pratiyên Rojhilata Kurdistanê de ragihand “Em van êrîş û bombebaranan şermezar dikin. Em vê yekê wek bêhurmetî li prensîbên cîrantî û dostaniyê dibînin. Divê dawî li wan bê û êdî Herêma Kurdistanê nebe qada nakokiyan.”

Roja Çarşemê 28.09.2022, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku “Êrîş û bombardûmana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û kuştina jin û zarokên bêguneh kiryareke tawaneke dijî mirovatiyê ye û hincetan qebûl nake."

Ev 11 roj in pêleke xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûye û li hember van xwepêşandanan, Supaya Pasdaran êrîşî ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku beriya niha wan bi destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de tometbar kiribûn.

PDKî di daxuyaniyê de got "Pirsgirêk bi çêkirina aloziyan a li ser sînoran nayên çareserkirin, lê baştirîn rê ji bo çareserkirina wan diyalog û qebûlkirina hevbeş e, tevî ku cudahî hebin."

Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an de bi mûşekan û firokeyên bê firokevan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di nav axa Herêma Kurdistanê de li Koye, Zirguwêz û Şêrawa kir. Ev çend roj in jî baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dike.

Li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di êrîşên Îranê yên bi mûşek û firokeyên bêfirokevan de 9 kesan canê xwe ji destane û 32 kes jî birîndar bûne.