Wezareta Pêşmerge li ser êrîşên Îranê: Em bang dikin ku demildest dest ji vê kiryarê berdin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşên Îranê yên li ser eniya pêncem a Hêza Pêşmerge daxuyanî da û daxwaza rawestandina kiryarên li ser çeperên Hêza Pêşmerge kirin.

Dezgeha Ragihandin û Hişyariya Pêşmerge îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an, derbarê êrîşa Îranê ya li ser sînorê eniya pêncem a Hêza Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew êriş di du qonaxan de hatiye encamdan. Qonaxa yekem di demjimêr 10:30an de û qonaxa duyem jî di demjimêr 13:20an de bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew êrîş di demekê de rû daye ku Hêza Pêşmerge li dijî terorîstan şer dikin ku bûne beşek ji metirsiya li ser asayişa nîştimanî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî.

Supaya Pasdarên Îranê çendîn êrîşên mûşekî û dronan bir ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyeyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê. Ev çend roj in jî baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dike.

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Partiya Azadiya Kurdistanê ragihand, “Di encama bombebaranê de 6 Pêşmerge şehîd bûne û 27 Pêşmerge jî birîndar bûne.”