Li Dîlokê zarokekî 13 mehî bi guleya kor canê xwe ji dest da

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kaan Mîrza Taş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 13 mehî di encama guleyeke kor û bêserûbr de canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan duh 28ê Îlona 2022ê li taxa Fistiklik a navçeya Alêban ya Dîlokê dema xwîşka pitikê 13 mehî Kaan Mîrza Taş, bi erebeya zarokan ew li kolanê digerand, guleyek kor û bêserûber ji cihek nediyar hatiye û li serî wî ketiye.

Malbata pitikê navborî dema dîtin ku xwîn ji serê wî tê ew yekser rakirin nexweşxaneyê, lê Kaan Mîrza Taş tevî hewildanên pizîşkî  li nexweşxaneyê cane xwe ji dest da.

Termê wî li navçeya Bêhîştî ya Semsûrê bi axê hate spartin.

Bavê wî Alî Taş  ku mamoste ye bang li aliyên peywendîdar kir ku rê li ber xwe bi çekkirinê bê girtin û got ku bila êdî Kaan Mîrzayên din nemirin.

Alî Taş bavê pitkikê 13 mehî wiha axivî “Ez mamoste Alî. Min pitikê xwe yê rûyê wî wek gulê ji dest da. Sedema her mirinekê heye. Belê sedema vê mirinê jî guleyek bêserûber e. Em dixwazin bibin deng, îro bila ev deng yekem car ji min derbikeve. Ji bo ku ti Kaan Mîrzayên din nemirin. Bila Kaan Mîrza bijîn. Niha di dibe ku li ser cama berçavka min rondikên min dirijin hindirê min. Ez bang li karbidestan dikim tikaye bila Kaan Mîrza bijîn.”

Ev di demekê de 28ê Îlonê li seranserî cîhanê weke roja xwe bêçekkirina takekesî hatiye ragihandin û li seranserî cîhanê çalakiyên dijî xwe bi çekkirinê tên lidarxistin, lê  rojek berî wê  rojê ev zarokê ji Bakurê Kurdistanê bû qûrbaniyê guleyek bê armanc û kor.

Li gor amarên Weqfa Hêviyê ya Tirkiyê (Umut Vakfi) di navbera salên 2015-2021ê de 19 hezar û 373 bûyerên tûndûtijiyê yên bi çek li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbûne. Li gor amarên ji nûçeyan hatine berhev kirin di sala 2015ê de 2 hezar û 175 bûyerên bi çekan çêbûne, lê ew amar di sala 2021ê ji sedî 74 zêde bûye gihiştiye 3 hezar û 801ê. Li gor heman komeleyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her 3 malan li yekê derdora 25 milyon çek hene û rojane derdora 15 kesan bi çekan tên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst