Bafel Talebanî: Em têkdana aramiya xaka xwe û xwîna gelê xwe ji bîr nakin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê got, “Ev pêşhateke tirsnak û metirsîdar e ku kûrahiya Herêma Kurdistanê girtiye û em daxwaza rawestandina bilez dikin.”

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyeyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê daxuyaniyek da û anî ziman, “Ti hincetek ji bo vê derbaskirina sînoran nîne, em daxwaz dikin ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û leşkerî neyê bikaranîn û welatî nebin qurbaniyên nakokiyan.”

Supaya Pasdarên Îranê çendîn êrîşên mûşekî û dronan bir ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyeyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê. Ev çend roj in jî baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dike.

Bafil Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Dixwazim her kesî dilniya bikim ku em ti carî armanckirina welatiyên Herêma Kurdistanê, têkdana aramiya xaka me û xwîna gelê me ji bîr nakin.”

Bafil Talebanî her wiha anî ziman, “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku erk û berpirsyariya xwe ya parastina xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bi cih bîne. Serweriya welat biparêze û pêşî li binpêkirin û êrîşan bê girtin.”

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.