Serokatiya Herêma Kurdistanê: Nabe ku Herêma Kurdistanê bibe qada çareseriya nakokiyan

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ragihand, nabe ku Herêma Kurdistanê weke qada çareseriyê ji bo nakokiyên di navbera aliyan de were bikaranîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an derbarê êrîşên Îranê yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û got, “Em bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve bo ser çend armancan û ziyanên canî yên ku di nav de sivîl hene şermezar dikin û em dubarekirina van êrîşan bi tevahî red dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erka xwe pêk bîne û xak û serweriya welat biparêze.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman, “Helwesta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji sînorên xwe rê nade ti metirsiyeke ewlehiyê bo ser welatên cîran hebe, em careke din teqez dikin ku Çek û hêz pirsgirêkan çareser nake û çareserî ya ku di berjewendiya hemû aliyan de ye, diyalog û aştî ye.”

Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê bi mûşekan û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li Koye, Zirguwêz û Şêrawa kir. Ev çend roj in jî baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dike.

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst