Baregeha Barzanî: Êrîşên îro yên Îranê sûc in û em bang dikin ku demildest bên rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî êrîşa îro ya Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê weke “sûc” bi nav kir û got, “em bang dikin ku demildest dest ji êrîş û bombebaranan berdin û divê êdî Herêma Kurdistanê weke qada çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û nakokiyên welatên cîran neyê bikaranîn.”

Baregeha Barzanî îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de got, “Em van êrîş û bombebaranan şermezar dikin ji ber ku di encamê de sivîlên bêguneh, jin û zarok hatin kuştin û birîndarkirin û ev sûc e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev êrîş û bombebarankirin binpêkirina prensîbên cîrantî, dostayetî û serweriyê ye û ti hincetek tê de nîne û li dijî berjewendî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê bi mûşekan û firokeyên bê firokevan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di nav axa Herêma Kurdistanê de li Koye, Zirguwêz û Şêrawa kir. Ev çend roj in jî baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dike.

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrîşên mûşekî û dronên Îranê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin, “Bombebaran û êrîşên mûşekî dê pirsgirêkan çareser neke û divê êdî serî li kiryarên wiha neyên dayîn ku ji bilî sûc û nearamiyê tiştekî din nakin.”