Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA) ragihand, heta niha hûrgiliyên bombebarana Îranê ya li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nayê zanîn û diyar kir, di encama êrîşan de canjidestdan û birîndar hene.
Berdevkê PDKÎ, Xalîd Ezîzî ji Rûdawê re got, îro nêzî demjimêr 10:30 bombebaranan destpê kir û Supaya Pasdaran çendên corên mûşekan bi kar anîne.
Xalîd Ezîzî herwiha diyar kir, nêzîk û derdora dibsitana zarokan li Koyê hatine bombebarankirin û destnîşan kir, ew cih ne cihê leşkerî ne û brovajî wê yekê bi temamî cihên sivîl in.
Sibe îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an Îranê hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhialtê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kir.
Qaymeqamê Koyê ragihandiye, di encama bombebarana Îranê de bo ser baregeha Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Doktor Xalîd a navçeya Koyê, Dr. Kawe Sabîr ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana îro ya Îranê de li sînorê wê qezayê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse