Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji dabeşnekirina tov dilgiran in

28-09-2021
Berzan Ferman
Berhemên genim îsal têra deverê nake
Berhemên genim îsal têra deverê nake
Nîşan Genim Tov Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê dema çandiniya Genim û cih nêzîk bûye, lê beşek ji cotkaran gazindan ji nebûn û kêmiya tov dikin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ji 10ê Îlonê ve, cotkar dikarin tovên xwe yên genim werbigirin, lê heta niha beşekî hindik ji wan cotkaran tov bi dest xistine.

Tenê çend roj mane dergehê tomarkirinê bê girtin, lê piraniya cotkaran tovên xwe bi dest neanîne, lewma jî cotkarên Rojavayê Kurdistanê gilî û gazinan dikin.

Cotkarekî herêma Qamişlo dibêje, heta niha wî tov ji bo çandiniyê wernegirtiye û tişta ji bo wî jî hatiye diyarkirin têra zeviya wî nake.

Zeviya cotkar Aldar Xelo 35 telîs in,lê para wî ji tov tenê 5 ton e, wate nîvê zeviya wî şûv dimîne.

Aldar Xelo şêniyekî gundê Şidî yê gundewarê Qamişlo ye,navê xwe li kompanyaya tov a Rêveberiya Xweser tomar kiriye, tevî ku demê destnîşankirî hatiye ji bo ku bizirê xwe bistîne, lê bizirî wî heta niha nedanê, daxwaz dike ku qebareya diyarbûyî bo wî zêdetir bikin.

Cotkar Aldar Xelo dibêje: “Têra me û tiştekî nake. Zeviyê me û milkê di destê me de gelek e, par rênima baş bûn tevî ku qedexeya hatûçûnê hebû karê cotkaran dihat hêsankirin. Îsal nehiştin û em sekinî mane.  Ji me re gotin ku dê piştî qedexeyê tov bidin.  Lê niha dem jî namîne , Şemiya were nû dergehê kompanya wergirtina tov vedibe. Ew qebare jî hindik e,tovê hişk nemaye, tenê yê nerm maye.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, ew dê dest bi dabeşkirina tov bikin û her kîloya tov jî bi 1200 lîreyên Sûriyê bidin cotkaran.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo got: “Ji 10 Îlonê ve me dest bi belavkirina tov kiriye, nirxê her kîloyekî jî 1200 lîreyên Sûrî ye, tov di kîsê 5 kîlo de hazir e bo çandiniyê û derman û bêjing kiriye. Li hin deveran ji ber qerebalixiyê tovê cotkaran negihiştiye wan, derfet hêj heye û heyama wergirtina tov  dê heta meha 11 berdewam be.”

Sala 2020 Rêveberiya Xweser 47,000 ton tov li cotkaran belav kiribû.

Şarezayên aborî didin zanîn ku piştî çinînê û ji ber ku nirxê genim li cem Rêveberiyê ne guncaw bû, piraniya cotkaran berhema xwe firotin bazirganan an jî hikumeta Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst