Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê 80 hezar mîn tên paqijkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Din bin projeya projeya ku Yekîtiya Ewropayê (YE) û Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) amade kirine, dê 80 hezar mînên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bêne paqijkirin.

Qonaxa duyemîn a projeya ku Yekîtiya Ewropayê fînanse dike, ji aliyê UNDP û Navenda Karûbarê Mînan a Neteweyî (MAFAM) ya Tirkiyê ve bi mebesta paqijkirina mînên dij-mirov li qadeke bi qasî 4.2 milyon metre çargoşe li ser sînorê Tirkiyê û Îranê ya di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de dê îro bi bernameya vekirinê dest pê bike.

Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê Balyoz Nikolaus Meyer-Landrut û şanda li gel ku di çarçoveya projeya paqijkirina mînan de çûn Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, serdana parêzgarê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahî kirin.

Meyer-Landrut di daxuyaniya piştî hevdîtinê de ragihand ku ew di çarçoveya projeya paqijkirina mînan de hatine Îdirê.

Meyer-Landrut diyar kir ku proje ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û got “Em ê beşdarî çalakiya projeya paqijkirina mînan a ku ji aliyê me ve li Îdirê tê fînansekirin bibin. Proje ji aliyê Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ve tê cîbicîkirin.”

Di çarçoveya projeyê de, mînên bejayî yên dij-mirov ên pir xeternak û qedexe, ku li gorî Peymana Ottawa ya ku di 2004an de ji aliyê Tirkiyê ve jî hatiye imzekirin têne paqij kirin.

Meyer-Landrut destnîşan kir ku di qonaxa yekem a projeyê de encamek serketî hatiye bidestxistin û dibêje “Ev qonaxa duyem a projeyê ye, di qonaxa yekem de me 18 milyon Euro xerc kir. Bi alikariya UNDP nêzîki 46 hezar mînên bejayî yên dij-mirov hatin paqijkirin. Niha jî em dest bi qonaxa duyem a projeyê dikin. Ew jî bi qasî 18 milyon Euro ye. Di qonaxa duyemîn de, tê hedefkirin ku 80 hezar mîn bên paqijkirin.”

Herwiha Meyer-Landrut diyar kir ku tevahiya projeyê bi 36 milyon Euro ye û wiha domand “Em armanc dikin ku di paqijkirina mînên dij-mirov de encamek baş bi dest bixin. Ev mîn pir xeternak in. Di heman demê de, di warên parastina sînor, kontrol û birêvebirina sînor de, ku em bi Tirkiyê re hevkariyê dikin, ji xwe ne li gorî standardan in.”