Bi molotof êrişî ofîsa Rûdawê ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişloyê, ragihand ku derengiya şevê kesên nenas bi bombeyên molotof êrîşî ofîsa Rûdawê ya li bajarê Qamişlo kirin û di encamê de beşek ji ofîsa Rûdawê agir pêket.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman got Sêşemê di demjimêr 00:30an de heta niha kesên ku nansnama nehatiye zanîn bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê ya kirin û di encamê de beşek ji Ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hat şewitandin.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku di derbarê kesên ku heta niha nasnameya wan nehatiye zanîn de hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser dest bi lêkolînê kirine.

Herwiha peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah jî di derbarê bûyerê de got di demjimêr 00:30an de ji aliyê grûpeke ku heta niha nasnama wê nehatiye zanîn bi molotofan êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hatiye kirin.

Peyamnêra Rûdawê d zanîn ku dema êrişî ser ofîsê de hatiye kirin tu kes tê de tinebûye lê zirareke zêde ya madî çêbûye.

Het niha ev cara çarem e ku êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê pêk tê. Cara yekem di 08.05 2021an de, cara duyem di 22.08.2021an de, cara sêyêm 05,09.2021an de û cara dawîn jî di 28.09.2021an de êrişî ser ofîsa Qamişloyê ya Rûdawê hatine kirin.