Li Rihayê hejmareke zêde zarokên karker hene

28-09-2020
Abdulselam Akinci
Piraniya zarokên kar ji xwendinê dûrketine
Piraniya zarokên kar ji xwendinê dûrketine
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Rihayê hejmarek zêde zarok ji bo ku debara mala xwe bikin li bazarên sebze û fêkiyan bu erebokan barhilgiriyê dikin.Her çiqas ev kar ne li gorî bedena wan be jî ji bêderfetî û neçaeriyê dixebitin. Mihemed Emîn jî yek ji wan zarokan e û ji serê sibehê heta êvarê bi ereboka destê xwe bar hildigire û bi vî awayî destekê dide aboriya malbata xwe.

Mihemed Emîn hêj zarokekî 11 salî ye û diçe pola 6an. Divê ew niha li dibistanê bûya û bi dersên xwe  mijûl ba. Lê belê ew bi vê ereboka destê xwe ji bo barhilgiriyê ji mal derketiye û berê xwe daye bazara sebze û fêkiyan.

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê li bazareke fêkiyan weke Mihemed Emîn bi sedan zarok ji bo debara malbatên xwe bikin bi pereyekî hindik barê kiryaran bi erebokan dikişînin malên wan.

Mihemed Emîn Eymen dibêje: “Bavê min di febrîqeyê de dişixule. Pereyên wî têra debara malê nake. Ji ber vê mecbûr im ez jî bixebitim. Ev pereyên ku qezenç dikim jî didim diya xwe, diya min jî pêdiviyên me pê distîne. Karê me hebikî zehmet e lê ez mecbûr im bixebitim.”

Hejarî, şert û mercên dijwar ên aboriyê ji vî temenî de ji bo zarokên Rihayî bûye barê herî giran.

Welatiyê bi navê Mahmut Kaçan jî dibêje: “Ji niha de ketina bin barekî wiha giran ji bo zarokan karekî zahmet e. Dema ku zarok di zarokatiya xwe de bi pereyan mijûl dibin bivê nevê xeysiyetên wan diguhere, zarok hînî cixareyê dibin û hînî tiryakê dibin.”

Îsmaîl Artan jî got: “Min jî çar-pênc salan karê erebokê kir. Karekî pir zor e û meriv gelek diweste. Pişta meriv dikeve ber meriv. Mêrik du-sê lîreyan dide lê çavên wî di wî pereyî de dimîne.”

Mehmet Yaşar Pinarbaşî jî dibêje: “Feqîr in ev hemû zarok, em jî feqîr in.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyeyê zêdetirî 720 hezar zarok karkeriyê dikin.

Di nav serjimara giştî  ya bajêr de rêjeya nifûsa zarokan li Rihayê ji sedî 45.8 e. Ev hejmara zêde ya zarokan hejmara zarokên karker jî li Rihayê zêde dike. Zêdetirî 40 hezar zarok li sûk û kolanan kardikin.

Derbarê mijarê de Kordînatorê Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê parêzer Mahmut Gokmen jî got: “Me weke baro ya rihayê bi 68 zarokan re anket çêkir.ji van zarokan 40ê wî diçin dibistanê,23ê wan naçin dibistanê.divê ew 28 zarok jî çûbana dibistanê lê ji ver hejarîyê ew dişixulin.”

Zarokên ku li sûk û kolanan di karên giran de dixebitin ev rewşa wan pirsgirêkek civakî ye. Tevî giştî hewldanan diyar e ku dê hêj bê çarenûs be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst