Qeter dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re xurt bike

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Qeter ê Iraqê Xalîd Hemed El Silîtî civiyan û di civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro roja Şemiya 28ê Îlona 2019an li navçeya Selahaddîn a Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Qeter ê Iraqê Xalîd Hemed El Silîtî û şanda pê re kir.

Derbarê hevdîtinê malpera Baregaha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û têde diyar kir ku di hevdîtinê de şanda Qeter daxwaz kir ku pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê bihêz bibin.

Li gor daxuyaniyê di vê hevdîtinê de Xalîd Hemed El Silîtî diyar kir ku di warî aborî û geşbûnê de li Herêma Kurdistanê pêşveçûn hene û tekez jî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî kir.